Li Idlibê operasyoneke nepen, dibe ku Trump îro kustina Bexdadî ragihîne

27 October 2019 10:39 0 dîtin
Li Idlibê operasyoneke nepen, dibe ku Trump îro kustina Bexdadî ragihîne

PeyamaKurd – Piştî ku doh hat ragihandin ku li devera Barişa ya Idlibê operasyonek bi ser şaneyeke cîhadî de hatiye kirin, medya Amerîkî bi zarê Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku ji Koşka Spî re hatiy gotin, xelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hatiye kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump da xuyakirin, ‘Tiştekî gelekî mezin çêbûye’ û hurgiliyên wê nedan.

Doh li demjimêr 16:00ê berêvarê balafirên Amerîkayê bi operasyoneke veşartî êrîşek li devera Barişa ya Idlibê encam dabûn û hin çavkaniyan ragihandibû ku ew êrîş bi ser şaneyeke DAIŞê de hatiye kirin.

Li gorî medya Amerîkî ku dispêre Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê û dibêje, ji Koşka Spî re hatiye ragihandin ku li devera Barişa ya bajarê Idlibê yê Sûriyê di encama bombebarana balafirên Amerîkayê de şelîfeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî hatiye kuştin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser twitterê ragihand ku tiştekî gelekî mezin çêbûye û ew dê îro li demjimêr 17:00 bi daxuyaniyekê behsa wê bûyerê bike ku tê çaverêkirin kuştina Bexdadî jî ragihîne.