Li Îranê bihayê firotina tistan hat protestokirin: 22 kes binçavkirin
PeyamaKurd – Li gelek eyaletên Îranê ji ber bihabûna xidayan xelk daket kolanan û xwepêşandanan kirin. Di xwepêşandanên Îranê de 22 kes hatin binçavkirin.
Piranî xwepêşandanên protestoyî li eyaletên Hûzistan, Luristan, Çaharmahal, Baxtiyari, Kohgiluye û Bûyer Ahmedê, di xwepêşandanan de bi hêzên asayîşê re hatin pêşberê hev û di navbera wan de gengeşe derket.
Li bajarê Andîmeşka eyaleta Hûzîstanê de 15 kes, di eyaleta Kohgiluye û Bûyer Ahmedê li bajarê Yasûcê 7 kes hatin binçavkirin. Her weha xwepêşandêr mizgeftekî aîdê artêşa Îranê şewitandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin