Li îranê hejmara qurbaniyên Covid-19ê ji hezar û pênsedî borî
PeyamaKurd - Hejmara qurbaniyên koronayê (Covid-19) li welatê Îranê, ji 1500î derbas kir û hejmara haletên tûşbûyiyan jî zêdetir jî 20 hezaran e.
Serokê Ragihandin û Peywendiyên Giştî yê Wezîrê Tendirustiya Îranê Kiyanuş Cihanpur amarên dawîn yên erbarê Covid-19ê de parve kirin.
Li goî ragihandina Cîhanpur heya niha 20 hezar û 610 haletên Covid-19ê hatine tesbîtkirin û ji vana hezar û 556 esan jiyana xwe ji dest daye.
Cîhanpur da zanîn ku di 24 saetên dawiyê de testa Covidê ya 966 kesan pozîtîf derketiye, “24 saetên dawiyê de testa Covidê ya 966 kesan pozîtîf derket û ji vana 123 kesan jiyana xwe ji dest da û bi vî awayî hejmara giştî ya qurbaniyan bû 556 kesan.”
Cîhanpur herwiha eşkere kir ku 7 hezar 635 kes jî baş bûne û ji nexweşxaneyê derketine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin