Li Îranê jehrdana xwendevanên dibistanan hat protestokirin

15 April 2023 19:39 0 dîtin
Li Îranê jehrdana xwendevanên dibistanan hat protestokirin

PeyamaKurd – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi sedema ku bi mehaye di dibistanan de jehrê dixin nav xwarina zarokan û dewlet çavkaniya wan destnîşan nake, xwendevan, welî li bajarê Şahînşehrê li ber baregeha rêvebiriya perwerdê çalakî kirin. Li gor parvekirinên di ser medya civakî de, kesên civiyan, sloganên weka ‘bimre dîktator’ û ‘rejîma ku zarokan dikuje jê re mirin’ qêriyan.

Polîs mudaxeleyê xwepêşandêran kir û li hemberê wan xaza rondikbaranê bikaranî.

Ji sala 2022an heya niha li gelek dibistanên Kurdistanê û Îranê hêzên tarî yên desthilata Îranê, jehrê dixe nav xwarinên xwendevanên ku li dibistanan radizên û xwarina xwe li wir dixwun. Li ser jehrdanê heya niha ti kes newêre dengê xwe ji wan hêzên tarî re bike û bi jehrdanê dixwazin jinan bitepisînin da çalakiyên weka yên Jîna Emînî nên kirin.