Li Iraqê xwepêsanderek hat kustin û 4 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Li 4 bajarên Iraqê xwepêşandanên nerazîbûnê yên li dijî hikûmetê dest pê kirin û li gor zanyariyên ewil, li bajarê Besrayê li başûrê Iraqê xwepêşandêrek hatiye kuştin û 4 jî birîndar bûn
Li gor zanyariyên berdest, duh bi şev li bajarên Bexda, Dîwaniye, Nasiriye û Besrayê xwepêşandanên li dijî hikûmeta Iraqê dest pê kirin.
Li bajarê Nasiriye xwepêşander daketin cadeyan û agir berdan tekeran û rêyên sereke û cadeyên nav bajêr bo hatin û çûnê girtin.
Her wiha li Besrayê jî di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de alozî derket û li gor agahiyên destpêkê di encama aloziyan de, xwepêşanderek hatiye kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.
Kazimî 3 roj berê dest bi kar kiribû
Destpêkirina xwepêşandananan li Iraqê di demekê de ye, ku hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî nû dest bi kar kiriye û tenê 3 roj e ku Kazimî hikûmet ji serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî wergirtiye.
Ji ber xwepêşandanên nerazîbûnê ku zêdetirî 4 mehan li piraniya bajarên navend û başûrê Iraqê berdewam bûn, Adil Ebdulmehdî dest ji kar berdabû û kabîneya wî tenê karûbarên hikûmetê birêve dibir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin