Li Îtalyayê ji ber Covid-19ê cara ewil kesek mir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Îtalyayê ji ber Koronavirusa Nû (Covid-19) kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Serokê Herêma Venetoyê Luca Zaia ji ajansa îtalî ANSAyê re ragihand ku, li bakurê Îtalyayê ji ber Koronavirusa Nû (Covid-19) duh bi şev zilamekî 78 salî jiyana xwe ji dest daye.
Hêjayî gotinê ye ku, li Çînê virus ketiye canê 75 hezar û 465 kesan, li Hong Kongê ketiye canê 69 kesan, li herêma Taybet a Makauyê ku ser bi Çînê ve ye virus ketiya canê 10 kesan. Li Tayvanê jî 24 kes ji ber heman nexweşiyê nexweş ketine.
Li gorî agahiyên karbidestên tendirustiyê û çapemeniya herêmî daneyên dawîn yên Covid-19ê wiha ne:
Japonya 727, Koreya Başur 156, Sîngapur 85, Tayland 35, Malezya 22, Awistralya 17, Vîetnam 16, Almanya 16, Amerîka15, Fransa 12, Brîtanya 9, Îmarat 9, Kanada 8, Îran 5, Îtalya 3, Hîndistan 3, FilipinİYAN 3, Rusya 2, Spanya 2, Nepal 1, Srî Lanka 1, Kamboçya 1, Belçîka 1, Swêd 1, Fînlandiya 1, Misir 1 û Îtalya 1.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin