Li Ixdirê di pevçûna çekdarî de kesekî mir û 4 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Ixdirê li navça Aralıkê li gundê Godekliyê di navbera gundiyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn û di encamê de 5 kes birîndar bûn. Ji her 5 birîndaran yek ji wan yê bi navê D.A. bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Aaralıkê lê birîndar li wê derê can da.
Birîndarên din birin nexweşxana bajarê Ixdirê ji bo dermankirinê û rewşa wan başe.
Tîmên cendirmeyan di destpêka gund de tedbîran sitendin û polîs jî li ber derê nexweşxana dewletê ya Ixdirê tedbîrên ewlehiyê sitendine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin