Li Îzmirê bi tohmeta propagandeya PKKê kirine 17 kes hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Îzmirê ya Tirkiyê bi tohmeta propagandeya PKK/KCKê kirine, rêveberên navçeyên Torbali û Karabaglar ên HDPê jî di nav de, 17 kes hatin desteserkirin.
Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Dij-Terorê ya Îzmirê û tîmên Rêveberiya Şaxa Îstîxbaratê, derbarê kesên ku li ser hesabên xwe yên medya civakî propagandaya PKK/KCKê kirine, lêkolîn dan destpêkirin.
Bi armanca desteserkirina 17 kesan, ku serokên du navçeyên Îzmirê jî di nav de ne, operasyon pêk anîn.
Li gor zanyariyan, li navend û her du navçeyên Îzmirê, operasyonên hemwext hatine kirin û di lêgerîna malan de, dest danîne ser hejmareke kelûpelên dijîtal.
Li aliyê din hat diyarkirin, ji bo 3 kesên din jî guman li ser wan heye lêgerîn berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin