Li Japonyayê erdhejek tirsnak: Hisyariya tsunamiyê hat dayîn
PeyamaKurd – Li bakurê rojhilatê Japonyayê bi lerza 7,4an erdhejek pêk hat.
Dema ku li Nîvgirava Notoyê tsunamî 5 metreyî dihat payîn, Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê li herêmên peravê yên parêzgehên Ishikawa, Niigata û Toyama hişyariya tsunamiyê da.
Li Japonyayê, televîzyona giştî Nihon Housou Kyoukai (NHK) ragihand ku tsunamiya 1,20 metre bilind giha peravên bajarê Wajima yê parêzgeha Ishikawa.
Hat diyarkirin ku navenda erdhejê Nîvgirava Noto - Îşikawa ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin