Li Kampa Holê 23 zarokan jiyana xwe ji dest daye
PeyamaKurd - Ji ber rewşa xirab û kêmbûna dermanan û pêwîstiyên sereke yên jîyanî 23 zarokan li kampa Holê ya li başûrê Hesekê jiyana xwe ji dest dan.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku ji ber nebûna çavdêriya tenduristiyê, kêmbûna dermanan û pêwîstiyên jiyanî yên sereke 23 zarokan li kampa Holê jiyana xwe ji dest dan.
SOHRê da zanîn, hejmara zarokên bi sedema nebûna çavdêriya tenduristiyê û kêmbûna dermanan û pêdviyên jiyanê ji destpêka îsal ve canê xwe jidest dane, gihîştiye 409 zarokan.
Pêştir, Rêxistina Bijîşkên Bêsînor di raportekê de diyar kiribû, rewşa mirovî li Kampa Holê gelekî xirap e û kêmbûn di xwarin, vexwarin û her tiştî de heye û çavdêriya tenduristî ne di asta pêwîst de ye.
Hêjayî gorinê ye ku Kampa Holê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê ye. Hejmara xelkên wê zêdetir 70 hezar kesan e, penaberên Îraqî û awareyên Sûriyê û malbatên DAIŞê yên di dema dawî de ji Baxozê derketibûn lê bich bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin