Li Kampa Holê ciwanekî iraqî bi guleyê hat kustin

07 March 2021 15:40 0 dîtin
Li Kampa Holê ciwanekî iraqî bi guleyê hat kustin

PeyamaKurd – Bûyerên kuştinê yên li Kampa Holê ya Hesekê ku ji bi koçberan herwiha bi deh hezaran malbatên DAIŞê tê de hene ranawestin.

Herî dawî îro Yekşemê danê sibehê, li Kampa Holê ya bakurê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê penaberekî din ê iraqî bi navê Nemir Rebah Yasîn ê 16 salî hat kutin.

Li gorî agahiyan Nemir Yasîn bi guleyeke li serî û pişta wî ketiye hatiye kuştin.

Beriya kuştina vî ciwanî iraqî jî koçbereke Sûrî ya bi navê Nûr Ehmed Cima ya 20 salî dîsa bi guleyan hatibû kuştin.

Hat diyarkirin ku tenê di nava sê rojên borî de 3 jin li Kampa Holê hatine kuştin.