Li Kampa Holê ciwanekî iraqî bi kêran hat kustin

03 January 2022 19:39 0 dîtin
Li Kampa Holê ciwanekî iraqî bi kêran hat kustin

PeyamaKurd – Li nav kampa Holê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ku bi hezaran malbatên DAIŞê û penaber tê de dimînin, cenazeyê ciwanekî bi kêran hatiye kuştin hat dîtin.

Hat ragihadin ku îro Duşemê hêzên Ewlekariyê yên dewriyeya nava kampê de digerandin, cenazeyê kesekî bi kêran hatiye kuştin dîtin.

Hat zanîn kesê li nav Kampa Holê kêrê hatiye kuştin, ciwanekî xwedî nasnameya Iraqê yê bi navê Hamid Cabir El Hewase ye.

Li gorî daxuyaniya hêzên ewlekariya kampê cenazeyê ciwanê iraqî li nava beşa 3 ya kampê hatiye dîtin.

Li nav Kampa Holê ku wekî cihê herî metirsîdar li cîhanê tê nasîn, rojane bûyer çêdibin ku heta niha bi dehan penaberên Iraqî ji aliyê DAIŞiyên nav kampê ve hatine kuştin.