Li kampa Holê zilamekî Iraqî û jineke Rûsî hatin kustin
PeyamaKurd – Li kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê, zilamekî Iraqî û jineke Rûsî hatin kuştin.
Navenda Hemahengî û Operasyonên Leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derbarê rewşa kampa Holê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, do Çarşemê, 23/06/2021, du tawanên din ên kuştinê li kampa Holê çêbûn.
Li gor daxuyaniya HSDê, di nava kampa Holê de şaneyên DAIŞê teqe li zilamekî Iraqî kirin û kuştin. Herwiha dîsa heman şaneyên DAIŞê bi awayekî hovane jineke Rûsî kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin