Li Kanadayê qedexeya firotina xaniyan ji biyaniyan re hat dirêjkirin
PeyamaKurd – Qedexeya firotina xaniyan ji bo biyaniyan li Kanadayê hat dirêjkirin Kanadayê qedexeya firotina xaniyan ji bo kesên biyanî ku di 1ê Çileya 2025an de bi dawî dibe heta 2 salên din ji ber pirsgirêka welatiyên xwe yên peydakirina xanî dirêj kir.
Kanadayê ragihand ku qedexeya firotina xaniyan a ji bo biyaniyan ku wê di 1ê Çileya 2025an de bi dawî bibe, heta 1ê Çileya 2027an dirêj kiriye, ji ber pirsgirêka welatiyên wê di peydakirina xanî de.
Cîgira Serokwezîrê Kanadayê Chrystia Freeland di daxuyanîya ku da de wiha got: "Ji bo erzankirina xanîyan ji bo Kanadîyan, qedexeya firotina xaniyan ji biyaniyan re ku wê di 1ê Çileya 2025an de biqede, wê heta 1ê Çileya 2027an bê dirêjkirin."
Meha borî hatibû ragihandin ku ji ber krîza xaniyan a li Kanadayê destûrnameyên xwendekaran ên navneteweyî, wê 2 salan sînordar bibin û hat gotin ku piştî mezûniyetê wê destûra xebatê nedin hin xwendekaran.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin