Brîtanyayê, qedexeya firotina çekan a li ser Tirkiyeyê rakir
PeyamaKurd-Brîtanyayê ragihand ku wan qedexeyên li ser pîşesaziya berevaniyê yên li ser Tirkiyeyê rakiriye.
Brîtanyayê de meha Cotmeha sala 2019an de ji ber operasyonên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê, firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestandibû. Ji aliyê Serokê Pîşesaziya Berevaniyê ya Tirkiyeyê Îsmaîl Demir ve hat ragihandin ku Brîtanyayê wan qedexeyên hinardeya kelûpelên pîşesaziya berevaniyê yên li ser Tirkiyeyê rakiriye. Hat ragihandin ku qedexeya li ser Tirkiyeyê, îro hatiye rakirin.
Rayedarên Tirkiyeyê, beriya niha li ser endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya ji bo NATOyê ragihandibû ku qedexeya hinardeya çekan li ser Tirkiyeyê heye û Swêd û Finlandiya piştgiriya terorê dikin û ji ber vê yekê jî ew ê endamtiya herdu welatan erê nekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin