Kanadayê qedexeya firotina çekan a Tirkiyê ji bo demeke nediyar dirêj kir

23 April 2020 21:02 0 dîtin
Kanadayê qedexeya firotina çekan a Tirkiyê ji bo demeke nediyar dirêj kir

PeyamaKurd - Kanadayê qedexeya firotina çekan ku ji ber êrîş û operasyonên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de dabû destpêkirin, heta demeke nediyar dirêj kir.

Ajansa CBC NEWS ragihand ku hikumeta Kanadayê şandina çekan bo Tirkiyê red kiriye û bo demeke nediyar ew qedexe hatiye dirêjkirin.

Kandayê piştî êrîşên 9ê Cotmehê yên bi ser Serêkaniyê û Girêspî de, qedexeya firotina çekan bo Tirkiyê ragihandibû.

Ji bilî Kanadayê welatên Brîtanya, Fransa, Almanya, Çîk, Fînlanda, Netherland (Holanda) û Norwêçê jî firotana çekan bo Tirkiyê qedexe kiribûn.