Kanadayê firotina çekan bo Tirkiyê rawestand
PeyamaKurd – Hikûmeta Kanadayê ragihand ku ji ber operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê, firotina çekan bo Tirkiyê rawestandiye.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Kanadayê, Kanada bi awayekî tund êrişa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û firotina çekan bo Tirkiyê rawestand.
Li gorî zanyariyên wezaretê îxracata Kanada bo Tirkiyê 87 milyonê dolarê Kanadayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin