Kanadayê jî firotina çekan bo Tirkiyê da sekinandin

16 October 2019 17:15 0 dîtin
Kanadayê jî firotina çekan bo Tirkiyê da sekinandin

PeyamaKurd - Piştî zêdetirî 9 welatên ewropî îro hikûmeta Kanada jî bi sedema êrîşa Tirkiye li hemberî rojavayê Kurdistanê firotina çekan ji bo Tirkiye rawestand.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Kanada de hatiye gotn ku firotina çekan bo Tirkiye bi egera êrûşa serbazî hemberî rojavayê Kurdistanê hat ragirtin.

Di heman daxuyaniyê de tê ragihandin, ku Kanada bi tundî êrîşa ser rojavayê Kurdistanê protesto dike.

Kanadayê êrîşa Tirkiye wekî helwesteke yekalî ya metirsîdar binav kir ku ewleyiya herêmê têk dide, rewşa mirovî xerab dike û derfetê dide ji nû ve vejandina DAIŞê.

Li gorî amaran ji sala 2018an ve Kanadayê bi qasî 87 milyon dolarên Kanadî çek firotine Tirkiye.