Li Kaniya Xezalan bi topên hawanan 4 lesker birîndar bûn

28 November 2019 10:37 0 dîtin
Li Kaniya Xezalan bi topên hawanan 4 lesker birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê bi topên hawanan 4 leşkerên Tirkiyê birîndar bûne.

Li gorî nûçeyên medya Tirkiyê, duh bi şev ji Girê Spî û Ayn Îsayê ku di encama ‘Operasyona Kaniya Aştiyê’ de ketibûn destê Tirkiyê bo navçeya Kaniya Xezalan bi hawanan êriş pêk hatine û di encama wan êrişan de 4 leşkerên Artêşa Tirkiyê (TSK) birîndar bûne.

Leşkerên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Akçakleyê û ji vir jî bo Rihayê hatin veguhestin û hevdem bo êrişan bersiv hatiye dayîn.

Herçiqas medyaya Tirkiyê îdîa bike ku êrîş ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve hatiye kirin û artêşa Tirkiyê jî ‎bersiv daye, lê medyaya nêzîkê HSDê dibêje ku artêşa Tirkiyê şevê din bi moşek û topan gundên Qiz Elî û ‎Bîrket li rojavayê Girê Spî bi dijwarî topbaran kirine, lê wn bi ser tu qereqolê de êrîşek pêk ne anîne.