MSB: Li herêma Operasyona Kaniya Xezalan wesayîteke leskerî wergeriya, leskerek mir

08 February 2020 11:45 0 dîtin
MSB: Li herêma Operasyona Kaniya Xezalan wesayîteke leskerî wergeriya, leskerek mir

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku li herêma Operasyona Kaniya Xezalan wesayîteke leşkerî wergeriyaye û leşkerekî jiayana xwe ji dest daye û 4 leşker jî birîndar bûne.

MSBê di daxuyaniya xwe de got, li herêma Operasyona Kaniya Xezalan wesayîteke leşkerî wergeriyaye û leşkerekî tirk can daye û 4 leşker jî birîndar bûne.

“Îro roja Şemiyê (08.02.2020) li herêma Operasyona Kaniya Xezalan di dema întîkalê de wesayîteke leşkerî wergeriyaye û di encamê de 4 leşkerên me birîndar bûn. Pîştî ku leşkerên me bo nexweşxaneyê hatin sewqkirin yek jê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.”