MSB: Li Kaniya Xezalan 2 leskerên me canê xwe ji dest dan

28 November 2019 13:40 0 dîtin
MSB: Li Kaniya Xezalan 2 leskerên me canê xwe ji dest dan

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê bi topên hawanan 2 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî zanyariyên medya Tirkiyê, duh bi şev ji Girê Spî û Ayn Îsayê ku di encama ‘Operasyona Kaniya Aştiyê’ de ketibûn destê Tirkiyê bo navçeya Kaniya Xezalan bi hawanan êriş pêk hatibûn û di encama wan êrişan de 4 leşkerên Artêşa Tirkiyê (TSK) birîndar bûbûn.

Hat diyarkirin ku ji çar birîndaran 2yan canê xwe ji dest dane û MSByê jî ev agahî piştrast kiriye