DAISê êrîsî leskerên rejîmê kir: 35 leskeran canê xwe ji dest da
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê êrişî hêzên rejîma Sûriyê kiriye û di encamê de 35 leşkeran jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî zanyariyên Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a (SOHR) rêxistina terorê ya DAIŞê di 48 saetên dawiyê de di encamdana êrişên bi ser baregehên leşkerî yên35 leşker û milîşeyan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî SOHRê di encamdana êrişên bi ser Palmirayê de jî gelek leşkeran jiyana xwe ji dest dan.
Hat diyarkirin ku di êrîşên li bajarokê el Kavmê de 15 leşkerên Sûriyê canê xwe ji dest dan. SOHR ev êriş weke mezintirîn êrişên DAIŞê li Sûriyê ni nav kir.
Bajarê tarîxî yê Palmirayê (Tedmur) di sala 2016an de bi alîkariya leşkerên Sûriyê û hêzên rûsî ji destê DAIŞê hatibû rizgar kirin. Tê diyar kirin ku li tu deverê DAIŞ nemaye lê li hinek devera çolê çalak e

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin