DAISê êrîsî otobûsa leskerên Sûrî kir: Gelek kustî û birîndar hene

25 January 2021 17:11 0 dîtin
DAISê êrîsî otobûsa leskerên Sûrî kir: Gelek kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Dêrazorê,  çekdarên DAIŞê êrîş birine ser otobûseke leşkerên Sûriyê ku li gorî SOHRê 12 leşkerên girêdayî rejîma Sûriyê di encama êrîşê de hatin kuştin û birîndarkirin. SANAyê jî ragihandiye ku 3 leşker hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê li devera Şol a Dêrazorê êrîşek li dijî hêzên Sûriyê pêk anî û di encama êrîşa ser otobûseke leşkeran de, 12 leşkerên bi ser hikûmeta Şamê ve hatin kuştin û birîndarkirin.

Herwiha ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANAyê jî belav kiriye ku ji ber wê êrîşê 3 leşkerên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest dane û 20 leşkerên din jî birîndar bûne.

Hêzên Sûriyê vv du heftî ne operasyonên dijî DAIŞê berdewam dikin û heta niha balafirên Rûsî jî 130 êrîş li ser çolistana Sûriyê pêk anîne.

Li gorî zanyariyan 17 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.