Azerbaycanê 10 leskerên Ermen bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropa radest kirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Azerbaycanê bi navbeykariya Yekîtiya Ewropayê (XYE) 10 leşkerên Ermen ên dîlkirî radestî Ermenistanê kirine.
Komîsyona ji mehkûm û kesên winda berpirs a Azerbaycanê eşkere kiriye ku îro 19ê Kanûnê bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropayê 10 leşkerên Ermen hatine radestkirin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku ew leşkerên hatine radestkirin, roja 16ê Kanûnê di operasyoneke li bajarê Kelbecerê hatibûn dîlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin