Li kargeha kîmyayî teqîn: 22 mirî, 22 birîndar

28 November 2018 10:43 0 dîtin
Li kargeha kîmyayî teqîn: 22 mirî, 22 birîndar

PeyamaKurd - Li kargeha madeyên kîmyayî ya li eyaleta Hibey (Hebei) a bajarê Cangciaokou (Zhangjiakou) teqîneke mezin rû da û di encama wê teqînê de 22 kesan can da, 22 kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Cangciakou a herêmî li ser tora medyayî Wechatê ragihand, li nêzîkî kargeha kîmyayî ya li herêma Çiaodongê teqîneke mezin rû daye û di encamê de 22 kesan can daye û 22 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin, birîndar bo nexweşxaneyan hatine veguhestin. Di teqînê de bi qasî 50 wesayîtên wekî qemyon û TIR jî şewitîn.

Hat zanîn ku derbarê vê rûdanê de lêkolîn hatiye destpêkirin.