Li Stenbolê kargeha madeyên kîmyayî teqiya: mirî û birîndar hene
PeyamaKurd-Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, li navçeya Tuzlayê; li kargeheke ku tê de madeyên kîmyayî dihatin çêkirin, teqîn çêbû. Li gorî agahiyên fermî, di teqînê de 3 kesan canên xwe ji dest dan, 9 kes jî birîndar bûn.
Parêzgariya Stenbolê ragihand ku îro li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê, li Sîteya Pîşesaziyê ya Boyaxê, di kargeheke boyaxê de ji ber sedemeke nehatiye zanîn, teqîn çêbûye û di encama teqînê de jî agir vêketiye. Parêzgariyê ragihand ku agirê li herêmê hatiye kontrolkirin, lê xebatên sarkirina sotên êgir berdewam e.
Serokê Şaredariya Tuzlayê Şadi Yazici, li ser encamên ziyanî yên bûyerê da zanîn ku di teqînê de 3 xebatkaran canên xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin