Li Kerkûkê polîsek hat gulebarankirin û hat kustin
PeyamaKurd – Li ser rêya Kerkûk-Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de polîsekî hawarçûnê yê Rêveberiya Polîsên Kerkûkê jiyana xwe ji dest da.
Li gor zanyariyan, sibeha îro sêşemî 17ê Îlonê, efserê polîsê hawarçûnê Mensûr Xelîl Îbrahîm, li nêzîkî gundê Gurgeçal li ser rêya serekî ya Kerkûk û Hewlêrê, bi guleyan hat kuştin.
Hat zanîn ku Mensûr Xelîl Îbrahîm ê bi eslê xwe Tirkmen ji texsiyeke derbasbûyî gule li Mensûr Xelîl Îbrahîm hatiye reşandin û diyar kir ku piştî êrîşa çekdarî wesayît ji rê derketiye û li têlên bazarê qelibî.
Di daxuyaniya malbata polîsê Tirkmen yê kuştî de ji K24ê re hatiye gotin ku ew bûyer ne karekî terorîstî ye û ji ber pirsgirêkên civakî di navbera her du malbatan de rû daye.
Malbata me herî dawî endamekî malbata kesê gulebaran qetil kir, ji ber wê jî bi kuştina Mensûr Xelîl Îbrahîm tola xwe hilanî. Malbatê da zanîn ku ji her du malbatan heta niha 6 kes ji ber nakokiyên civakî hatine qetilkirin.
Hat ragihandin ku cenazeyê wî polîs ji bo kontrola edlî rakirin Nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin