Li Kerkûkê 2 leskerên iraqî di êrîsa DAISê de hatin kustin

06 January 2020 17:06 0 dîtin
Li Kerkûkê 2 leskerên iraqî di êrîsa DAISê de hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku DAIŞê şevê din li parêzgeha Kerkûkê êrîşî ser yekîneyên artêşa Iraqê kir û 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Çavkaniyên leşkerî yên artêşa Iraqê ragihandin ku DAIŞê li Kerkûkê êrîşî nuqteyeke li Foca Yekemîn ya Lîwaya 45an a Tîma 11an li gundê Til Ziyab ê navçeya Daqûqê kir û di encama wê êrîşê de, 2 leşkerên Iraqê can dan û 3 jî birîndar bûn.

Piştî kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîkayê ve, DAIŞ jî aloziya Iraqû ya navbera Tehran û Washingtonê wekî derfet dibîne û êrîşên xwe zêdetir dike.