Li Kerkûkê 5 kes di qezayê de mirin
PeyamaKurd – Li ser rêya bajarê Kerkûkê û bajarê Selahaddînê otomobîlekî wergeriya û di necamê de 5 kesên di otomobîlê de bûn mirin. Di nav wan de yek jê jine û 4 zilamin. Rêvebirê beşa trafîkê yê Kerkûkê Usame Muhammed bo ajansa BasNews ê weha ragihandiye:
“Li ser rêya Kerkûk û Selahaddînê di qezayekî de otomobîlekî wergeriya. Di qezayê de 5 kes mirin. Yek ji miriyan jine û yên din zilamin. Bi sedema ciyê qezayê ji ciyên jîngehan dûre, însan gelkî dereng bi qezayê hesiyane.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin