Li Kerkûkê 6 endamên DEAS ê hatin girtin
PeyamaKurd- Li navenda bajarê Kerkûkê di operasyona hêzên asayîşê de, 6 endamên DEAŞ ê ku xwe bo çalakiyan amade kiribûn hatin girtin. Ragihandina nûçeyê ji aliyê fermandarê operasyonan korgeneral Saad Herbiye de hat kirin. Herbiye ragihand ku operasyon bi sitendina agahiyên sîxurî hatiye kirin û endam xwe bo tevegerê amade kiribûn.
Herbiye got ku di serî de li Kerkûkê hucreyên DEAŞ ê hene ku niha bêdengin û bo Kerkûkê ji DEAŞ ê paqij bikin planeka wan heye. Rêxistina DEAŞ ê gelek caran êrîşa dike tevî ku bi giştî ji welat hatine paqijkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin