Li Kerkûkê du cotkarên Kurd hatin girtin
PeyamaKurd – Li devera Daqûq a Kerkûkê, bi sedema ku nehiştine Erebên hawirde zeviyên wan dagîr bikin, du cotkarên Kurd hatin girtin.
Li gor Berpirsê Komîteya YNKê li Daqûqê Azad Rostem diyar kiriye, du cotkarên Kurd, şêniyên gundê Kulîtepe yê Daqûqê Heyder Elî û Hesen Hebîb, nehiştin zevî û erdên wan ji aliyê Erebên hawirde ve bên zeftkirin û dagîrkirin.
Di berdewamiyê de Azad Rostem destnîşan kir, niha wan Erebên hawirde li dijî wan her du cotkarên Kurd gilî kirin û ew dan girtin. Her du cotkarên Kurd niha di girtîgehê de ne û sizayê 6 meh zîndan bi ser wan de hatiye sepandin.
Li gorî qanûnên Iraqî, ew du welatiyên Kurd, bi tohmeta derxistina aloziyê hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin