Li Kerkûkê Festîvala Sanoyê hat lidarxistin û xelat hatin belavkirin
PeyamaKurd – Li Kerkûkê 2yemîn Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê hat lidarxistin û ji gelek welatan şanoger li Kerkûkê civiyan. Herwiha xelat jî hatin belavkirin.
Festîvala yekemîn di sala 2019an de li dar ketibû, lê sala borî ji ber şewba Koronayê ya duyemîn li dar neketibû û mabû îsal. 2yemîn Festîvala Şanoyê ya Kerkûkê, îsal roja 26ê mehê li dar ket. 14 lîstik di şanoyê de hatin pêşkêşkirin û do bi şev jî festîval bi dawî bû.
Ji bakur Teatra Jiyana Nû (TJN) bi lîstika xwe "Tenê Ez" li festîvalê bû. TJNê xelata Sînografiyê ya Herî Serketî girt. Şanoya Bajêr a Diyarbekirê jî bi lîstika xwe "Tartuffe" li festîvalê bû. Lîstikvanê "Tartuffe" Yavuz Akkuzu Xelata Lîstivkanê Herî Serketî girt. Herwiha derhênerê lîstikê Ruknettin Gun jî Xelata Derhênerê Herî Serketî girt. Ji Hewlêrê lîstikvan Çawan Xelîl jî Xelata Lîstikvana Herî Serketî girt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin