Li Kerkûkê Festîvala Sanoyê ya Kolanan dest pê kir
PeyamaKurd – Li Kerkûkê 5emîn festîvala Şano ya ser şeqaman (kolan) ya Hisên Misrî tê lidarxistin ku dê 3 rojan dewam bike.
Li bajarê Kerkûkê pêncemîn festîvala şano ya ser şeqaman ya Hisên Misrî li hola rewşenbîrî ya bajêr bi daxuyaniyek çapemeniyê dest pê kir.
Rêveberê festîvalê Nejad Necim di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, “Bi alîkariya rêveberiya reweşenbîrî ya Silêmanî û Kerkûk, Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê, 5emîn festîvala şano ya li ser navê derhêner Hisên Misrê li bajarê Kerkûkê tê lidarxistin. Wê 20 komên şano li seranserê Herêma Kurdistanê, 3 bajarên Iraqê, 5 welatên Ereb û Îranê tevlî festîvalê bibin.”
Hat zanîn ku wê festîval 3 rojan dewam bike û hemû şano li ser şeqaman werin pêşandan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin