Duyemîn Festîvala Kurtefîlman a Kerkûkê dest pê dike

10 January 2021 14:02 0 dîtin
Duyemîn Festîvala Kurtefîlman a Kerkûkê dest pê dike

PeyamaKurd – Duyemîn Festîvala Sînemaya Navnetewî ya Kurtefîlman a Kerkûkê, di navbera rojên 13-14ê vê mehê de tê sazkirin.

Festîval dawîya vê hefteyê li eywana Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê tê sazkirin ku sala borî ji ber pandemiya koronayê bi awayekî online bernameya festîvalê hatibû pêşandan.

Hat ragihandin ku îsa festîval bi awayekî asayî digel wergirtina rênimayên tenduristiyê tê sazkirin.

Serokê festîvala sînemaya navnetewî ya kurtê fîlman a Kerkûkê Serdar Zengene ragihandiye ku îsal destpêkê 96 kurtefîlm ji bo wan hatine şandin ku ji wan 82 fîlm bo festîvalê hatine hilbijartin ku 13 ji wan jî ji bo pêşbirkê hatine destnîşankirin.

Di festîvalê de gelek rexnegirên sînemayê beşdarîyê dikin ku biryare juriya festîvalê ji nav fîlmên werin pêşandan, ji bo xelatê yekem, duyem û sêyemê kurtefîlman diyar bikin.