Li Kerkûkê hêzên hewayî êrîs birin ser DEASê
PeyamaKurd- Rêvebiriya polîsê Kerkûkê ragihand ku artêşa Iraqê li Kerkûkê êrîşên hewayî biriye ser DEAŞê û di encamê de 3 endamên DEAŞê hatine kuştin. Rêvebiriya asayîşa Kerkûkê dibêje ku hêza DEAŞê nemaye lê li ciyên ku xelk terka wan deran kiriye, digerin û xwe li wan deran vedişêrin.
Rêvebirê polîsê Kerkûkê Afrasyaw Kamil ragihand ku li başûrê Kerkûkê hinek endamên DEAŞê xwe vedişêrin û weha got:
“ Ew gundên ku xelk jê koçkiriye û hêj venegeriyanê gundên xwe, hêzên terorê xwe li wan gundan vedişêrin.”
Afrasyaw got ku ku dema êrîşê de di nava terorîstan de birîndar jî hene û di derbarê hêjmara wan de ti agahiyeka wan tine ye. Tîmên asayîşê hatine şandin bo deverê û operasyona wan dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin