Li Kerkûkê mamosteyên kurdî besdarî boykotê nabîn

29 October 2019 13:18 0 dîtin
Li Kerkûkê mamosteyên kurdî besdarî boykotê nabîn

PeyamaKurd- Berpirsê perwerdeya kurdî li Kerkûkê ragihand, mamosteyên kurdî li Kerkûkê tevlî çalakiya baykotkirina perwerdê ya mamosteyên Iraqê nabin.

Duhî mamosteyên Iraqê ragihandibûn, bo piştevanîkirin li daxwaziyên xwepêşanderên Iraqî dê çar rojan perwerdê baykot bikin. Li gorî agahiyan mamosteyên erebî yên Kerkûkê jî beşdarî wê çalakiyê bûne.

Lê berpirsê perwerdeya kurdî li Kerkûkê, Şêrzad Reşîd got, mamosteyên me yên kurdî endamên Yekitiya Mamosteyên Kurdistanê ne ji ber wê jî beşdarî baykota mamosteyên Iraqî nabin.

Şêrzad Reşîd her wiha got, ji ber wê jî mamosteyên Kurdî li Kerkûkê mîna mamosteyên Herêma Kurdistanê diçin ser karê xwe û Beşdarî baykot nabin.