Li Kerkûkê operasyona ser ISID ê hat kirin

30 December 2020 01:51 0 dîtin
Li Kerkûkê operasyona ser ISID ê hat kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê ku Kurdistane lê di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de dimîne, bo ser İŞİD ê operasyon hat kirin û jimareyeka zêde sîlih, teqemenî, muhîmmat û alavên din ketin dest. Polîsên federal li ser mijarê ragihand ku li başûrê Kerkûkê li navçeya Hawîceyê li gundan bo ser İŞİD ê operasyon dane destpêkirin.

Li navçeya Hawîceyê gelek sîlih, teqemenî, muhîmmat û alav ketine dest. Li gundên Arîşê, Arîş 2 yê, li Arîşa Jêrîn û Mahûzê 2 balafirsawar, 7 tanksawar, 4 teqemeniyê bi dest çêkirî û 4 TNT ketine dest û dê operasyon rojekî dinê jî dewam bike.