Li Kerkûkê teqînek çêbû: 2 kes hatin kustin!
PeyamaKurd- Di rêya navbera Kerkûk-Selahadînê de, bombeyeke ku IŞÎDê bi cih kiribû, di dema derbasbûna trempêleke sivîl de teqîya û encama teqînê de 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn.
Berpirsê Rêvebiriya Polîsên Kerkûkê Afrasyav Kamil, di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku di rêya navbera Kerkûk-Selahadînê de, li nêzîkî gundê Mirbatê bombeyeke ku IŞÎDê bi cih kiribû di dema derbasbûna trempêleke sivîl de teqiya. Di encamê de 2 kes mirin û 2 jî birîndar bûn.
Kamil got ku hêzên ewlehiyê bi lez derbasî herêmê bûn û li nêzîkî herêmê du bombeyên dî jî hatin dîtin û bi qontrolî hatin îmhakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin