Li Semzînanê teqînek çêbû: 2 kes hatin kustin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyan, vê sibehê li Şemzînanê li nêzîkî Baregeha Leşkerî ya Kirçimenliyê di dema derbasbûna cemseyeke leşkerî de bombeyeke ku ji zû de di keviya rê de hatibû bicihkirin, teqiya. Di encama teqînê de 2 cerdevan hatin kuştin û 3 cerdevan jî birîndar bûn.
Birîndar di demeke kin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Piştî bûyerê li herêmê operasyoneke berfireh hate destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin