Li Kilîsê li ser sînorê Sûriyê leskerek hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser sînorê Sûriye yê Kilîsê di navbera leşkerên qereqola sînor û komeke çekdar de pevçûn çêbûye û çawişê pispor Savaş Dînç hatiye kuştin.
Li gorî zanyariyan, di navbera leşkerên li Qereqola Sînor a Hîlaltepe ya li ser sînorê Sûriyê yê Kilîsê û komekê de pêvçûn derketiye.
Çawişê pispor Savaş Dînç di wê pevçûnê de bi giranî birîndar bûye û ew bi ambûlansê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.
Hat diyarkirin ku Dînç, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî ji bo otopsiyê şandine Dadweriya Pizîşkî ya li bajarê Dîlokê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin