Li kolana navça Artuklu ya Mêrdînê kesekî bi geran hat kustin
PeyamaKurd – Li navça Artuklu ya bi ser bajarê Mêrdînê, çend kes êrîşê ser kesê bi navê Resul Derin (40) kirin û bi geran (balyoz) lê xistin. Li ser çêbûna qelebalixa mirovan, kesên êrîşker ji ciyê bûyerê dûr reviyan.
Kesên li erdê bedena Resul Derin dîtin, telefonê dan navenda 112an ya lezgîn. Tîmên polîsan û tenduristiyê gihan ciyê bûyerê û Resul Derin birin nexweşxana Mêrdînê ya perwerdê û lêkolînê. Derin, li nexweşxanê can da.
Resul Derin di şaredariya mezin ya Mêrdînê de dixebitî, 6 zarokên wî hene û bi derba geran miriye. Piştî otopsiyê cenazê Resul Derin birin navça Dêrikê li gundê Subaşiyê defin kirin.
Hat hînkrin ku salek berê di navbera malbata Derin û hinek kesên din de pevçûn derketiye û 2 kes birîndar bûne. Dijminahî li ser wê bûyerê destpêkiriye.
Dîmenên birîndarkirina Resul Derin ji aliyê kameraya kargehekî de hatiye kişandin, dema Derin di rêya xwe de diçe, 2 kes ji pare bazdidin û bi geranên biçûk li Derin dixin. Derin di derba yekem de dikeve erdê û li erdê jî lê dixin.
Li ser bûyerê hêzên asayîşê 2 kesan dixin binçav û lêkolîn dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin