Li Kongoyê serhildêran êrîs kir gund û 6 kesan kust
PeyamaKurd – Li welatê Kongoyê li eyaleta Kivuyê serhildêr êrîş birin ser gundê Mangina bi ser bajarê Beniyê. Grûba êrîş bir ser gund ya bi navê Mai-Mai Kata Katanga 6 sîvîlan kuşt. Grûb gelek malan jî talan kir.
Gundiyên navborî terka gundê xwe kirin û ber bi qeseba Kyantsabayê de diçin.
Grûba bi navê "Mai-Mai Kata Katanga" ji bo eyaleta Katangayê serxwebûnê dixwazin û ji bo wê jî bi dewletê re şer dikin. Grûb ji xwe re bajarê Lubumbashiyê kirine payîtext û ala xwe bikartîne.
Tê gotin ku serokatiya grûbê, firarê zîndanê Kyungu Mutanga di Êlûn a sala 2011an de grûbê ava kiriye û li devera Mitvabayê 3 hezar çekdarên wê hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin