Li Kongoyê tekneyekî noqav bû: 50 kes mirin û 72 kes wenda bûn

08 October 2021 01:20 0 dîtin
Li Kongoyê tekneyekî noqav bû: 50 kes mirin û 72 kes wenda bûn

PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Komara Kongo ya Demokratîk tekneyekî noqav bû û di encamê de 50 kes mirin û 72 kes wenda bûn. Bûyer li ser Çemê Kongoyê li devera Bûmbayê çêbû. Tekna noqav bû bi 9 motoran bû.

Di tekneyê de li dora 150 rêwî hebûn. Ji rêwiyan li dora 30 kes hatin rizgarkirin. Niha jî ji bo dîtin û rizgarkirina 72 kesan xebat dewam dike. Ji qeweta tekneyê zêdetir mirov û bar li teknê bar kirine û lewra tekne noqav bûye.

Bi sedema li Kongoyê rêyên bejayiyê yên asfalt kêmin û hem zêde baş nînin, bi giştî ji bo gihandinê gol û çem tên bikaranîn.