Li Mahabadê Newroz bi coseke mezin hate pîrozkirin

18 March 2025 18:28 0 dîtin
Li Mahabadê Newroz bi coseke mezin hate pîrozkirin

PeyamaKurd – Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Cejna Newrozê ji hefteyek beriya roja 21ê Adarê ve berdewam dikin.

Li gundê Kosekerêzî yê navçeya Şarwêranê ya bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, Newroz bi ahengeke mezin û coşî hate pîrozkirin.

Di şahiya Newrozê ya Kosekerêziyê de, ne tenê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji parçeyên din ên Kurdistanê jî beşdarî kirin.

Ahenga Newrozê li Mahabadê û bajarên din, bi cil û bergên Kurdî û şahiyên curbicûr berdewam dike.