Li Meletî, Hatay û Behra Egeyê erdhej çêbûn

20 May 2023 10:36 0 dîtin
Li Meletî, Hatay û Behra Egeyê erdhej çêbûn

PeyamaKurd Li Meletî, Hatay û Behra Egeyê ji hev cuda erdhej çêbûn.

Li gorî agahiyên li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) 3,9; Li navçeya Defne ya Hatayê 3,7; Li Behra Egeyê erdhejên bi lerza 4,5an pêk hatin.

Erdheja bi lerza 4,5an ku navenda wê Behra Egeyê ye 256,93 kîlometre dûrî navçeya Datça ya Muglayê pêk hat û kûrahiya wê 7,16 kîlometre hat tespîtkirin.

Li aliyê din erdheja li Yeşîlyurtê 6,99 kîlometre, li Defneyê jî 6,85 kîlometre di binê erdê de pêk hat.