Li Meletiyê gardiyanekî kustî hat dîtin
PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Yeşilyurdê memûrê ku garidyane di mala bavê xwe de bi sîlihê li serê wî xistî hat dîtin. Seet li dora 17.00ê êvarê li navça Yeşilyurdê gardiyanê bi navê Hacı K. (29) di mala bavê xwe de, bi bavê xwe H.K.re sohbetê dike. Bavê wî H.K. diçe mizgeftê û piştî ji mizgeftê dadigere malê lê dibîne ku kurê wî di nav xwînê de ye.
H.K. telefonê 112ê ya tîmên lezgîn yên tenduristiyê dike û dema tîm diçin ciyê bûyerê dibînin ku gardiyan can daye.
Polîs li ciyê bûyerê çekekî dibîne û piştî lêkolîna dozger cenazê Hacı K. dişînin morga Tib a Edlî ya Meletiyê. Gardiyan nezewiciye û li Xarpêtê (Elazığ) dixebite.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin