Fermandarekî Pêsmerge Muhsin Resîd di ereba xwe de kustî hat dîtin
PeyamaKurd – Fermandarê Pêşmerge yê bi pileya tûxgeneral, Muhsin Reşîd di ereba xwe de kuştî hat dîtin. Li gor ragihandina Rûdawê; Reşîd li Êrbîlê di ereba xwe de kuştî û bi tena serê xwe hatiye dîtin. Hat ragihandin ku Reşîd hevjînê wekîla grûba PDKê yê parlementoya Kurdistanê Viyan Sebrî ye.
Polîsê Erbîlê li ser mirina fermandarê tûxayê Muhsin Reşîd ku di ereba xwe de kuştî hat dîtin daxwuyanîyekî da. Li gor Ragihandinê; Reşîd li ser rêya 150 metre, di nav ereba xwe de bi tenê bi kleşînkofa xwe, xwe bi xwe kuştiye. Polîsê Erbîlê weha gotiye:
“Îro tîmên delîl û sûcan û tîmên kamerayê yên bi ser rêvebira asayîşa Erbîlê, seet di 16.30an de çûne ser rêya 150 metre nêzî sîteya Slava, ciyê ku bûyera xwekujiyê lê çêbûye.
Li gor lêkolîna ewilî; hat destnîşankirin ku Muhsin Reşid ê di wezareta Pêşmerge de wezîfedar, di ereba xwe de bi tena serê xwe, bi kleşînkofa ku li serê zimmetkiriye xwe kuştiye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin