Fermandarekî Pêsmerge: Tenê bi vegera Pêsmerge rews aram dibe
PeyamaKurd - Fermandarekî Pêşmerge radigehîne ku tevgera terorîstên DAIŞê li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanê yên din zêde bûye û tenê bi vegera Pêşmerge bo wan navçeyan ve dikare rewş aram bibe.
Li gorî nûçeya BasNewsê, Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Pirdê Heme Rêgir ji re ragihand: ‘’Şaneyên veşartî yên DAIŞê serî rakirine û valahiya ewlehiyê çêbûye û hêdî hêdî çalakiyên terorîstî yên wan jî zêde dibe. Artêşa Iraqê nikare wan cîha biparêze ku di bin destê wan de ye li sînorê Kerkûkê. Nikarin çeperan vedin û nikarin bi temamî li navçeyê jî belav bibin û desthilat bin.’’
Herwiha wî fermandarî got: ‘’Tenê bi rêyekî ve dikare rewşa xirab a li wan navçeyan heye li sînorê Kerkûkê bê çareser kirin. Ew jî pêwîste hêzên Pêşmerge vegerin cîhê xwe yê berî 16ê cotmehê. Ji ber ew cîhên navçeyên Kurdistanî ne û tenê bi wî awayî dikare ew navçeyane bên parastin û aram bibin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin