Fermandarekî Pêsmerge li ber deriyê mala xwe bi guleyan hat kustin
PeyamaKurd – Fermandarekî Pêşmerge û malbata wî, li ber deriyê mala xwe rastî êrîşa çekdarî hatin û di encamê de fermandarê Pêşmerge can da.
Li gor Berdevkê Polîsê Duhokê Serfermandar Hemin Silêman do diyar kiriye, îro danê êvarê li navçeya Akrê gule bera malbatekê dan û di encamê de fermandarê Pêşmerge Sabir Akreyî can da û keç, hevjîn û xwîşka wî jî birîndar bûn.
Herwiha Hêmin Silêman eşkere kiriye: “Hêzên asayîşê gihîştine cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirine û li gor madeya 406 ya yasaya sizayê, nasnameya kujer hatiye eşkerekirin û fermana girtinê jî ji bo kuher hatiye dayîn.”
Polîsê parêzgeha Duhokê bi daxuyaniyekê ragihand ku kujerê fermandarê hêzên Pêşmerge Sabir Akreyî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Duhokê ve hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin