Li Meletiyê du trênên barhilgir li hev qelibîn, mirî û birîndar hene

13 June 2020 10:22 0 dîtin
Li Meletiyê du trênên barhilgir li hev qelibîn, mirî û birîndar hene

PeyamaKurd - Li Battalgaziya girêdêyî bajarê Meletiyê du trênên barhilgir li hev qelibîn û di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Kemerkoprû ya navçeya Battalgaziya ser bie Meletiya Bakurê Kurdistanê ve, du trênên barhilgir li hev qelibîn û li gorî agahiyên destpêkê, di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku piştî qezayê, tîmên tenduristiyê kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Ji hêla din ve, hat aşkerekirin ku lêkolîn û lênerîn derbarê qezayê de didomin.